Skip to main content
Home
26.09.2018

Di ferhenga xizmên windahiyan de windahiyên bi zorê

<< NÛÇE

Carna hinek kes ji ber sûcek li ser wan bandor kiriye êşek yêgane dijîn. Lewra jî hinek tişt ji bo civakê her çi qasî wek jirêzê têne femkirin jî, ji bo kesên xwedî êş ne wisa ne. Loma bo gotina vî êşê rêya herî baş jî ew e ku, mirov dikare têkiliya van kesan bi van tiştan re çêkiriye bîne ziman. Hestî, laş, telefon, pîjema, maske, daxwazname, cotkar, fotograf… Ev hemû peyv, piranî tenê bi wateya xwe ya ferhengê têne bîra gelek mirovan. Lê belê heman peyv û têgeh, di cîhana windahiyên bi zorê de xwedî wate û bibîrxistanên gelek cuda ne. 

Ferhenga windahiyên bi zorê, kampanyayek medyaya civakî ye û armanc dike ku, bi rêya wateyên objektîf yên peyvan, dilneşewatiya bi sûcê windahiya bi zorê re eleqedar e û êşa mexdûr dijîn bîne ziman. Ev raman, cara yekem, di komxebata me di 11ê Sibata 2017an de li darxistibû de ji aliyê sazmenda Pikan Ajansê Pinar İlkiz ve hatibû pêşniyarkirin. 

Di vî komxebatê de, me têkildariyên nifşên nû li ber çavan girt û bi vî awayî me xwest ku sûcê windahiyên bi zorê bi amûrên nûjen bînin ziman. Ji qadên danegeh, programkirin, dîtbariya daneyan, vîdeo, lîstikkirin, hunera dîtbarî û ragihandina sazûmaniyê nêzî 40 kesan tevlî komxebatê bûn. Me di komxebatê de prototîpên derheqî gelek projeyên dîtbarîkirinê yên nûjen li pêş xist. Di pêvajoya paşî de me xwest ji ramanên di komxebatê de hatine ziman hinekan bikin meriyetê û yek ji wan jî ferhenga windahiyên bi zorê bû, ku me derfetên wî bixin meriyetê bi dest xistiye. 

Di merhaleya amadekariya kampanyaya me bi hevkariya Pikan Ajansê re bi rê ve biriye de, di serî de em li ser çavkaniyên daneyan ên Navenda Bîrgehê (danegeha windahiyên bi zorê, rapor û hevdîtinên bi xizmên windahiyan re hatine kirin) rawestiyan. Me di vir de hinek peyvan diyar kir, ku ev peyv di jiyana rojane de xwedî wateyên jirêzê ne, lê di hişmendiya windahiyan de van peyvan hinek taybetiyên berçav ên sûcan nîşan didan. Wek mînak, di hevdîtinan de hinek xizmên windahiyan gotibûn ku, dema kesê/a winda ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin, nehiştin pîjemayê/a xwe jî biguhere. Bi vî awayê, dema kesê/a ji mala xwe ya cihê ewlehiya wî/ê ye û ji malbata xwe hatiye qutkirin, bûye sedema hestên dilşikestî û ev hest jî di van çîrokan de bi pijamayê re bûye xwedî wate. Derî û telefon jî bi hestên hêvî dihewîne re bûne xwedî wate. Xizmên windahiyan, piştî ew qasî salan hîn dema derî an jî telefon lê dide, di dilê xwe de dibêje ku “dibe ku ew be”. Ev hest û hêvî, mixabin, rê li ber şîngirtinê digirin. Piştî lêkolînê me ev û wek vana 27 peyv û têgeh diyar kir. 

Berdewamiya pêvajoya amadekariyê de ji bo her peyv û têgehên me diyar kiribû, me pênaseyên cîhana windahiyan tîne ziman amade kir. Dema me van tecrûbeyên travma dihewînin vegot, ji aliyek ve pêwist bû me bala mirovan bikişanda, ji aliyek ve jî divê me giraniya mijarê li ber çavan bigirta. Loma me nêzikatiyek her du pêwistiyan jî dihewîne qebûl kir. Li ser vê esasê, piştî me naverok û dîtbariyan temam kir, di sala 2017an di mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de dîtbariya ferhengê par ve kir. Em hêvî dikin ku, bi vî xebatê me bi rêya medyaya civakî xebatetek bibîrkirinê ya nûjen çêkiriye.  


Dîtbariyên kampanyayê 

Hûn dikarin hemû dîtbariyên me li ser hesabên xwe yên Twitter, Facebook û Instagramê di navbera 24ê Cotmeh û 28 Kanûna 2017an de par ve kiriye bibînin. Ji bo hûn dîtbariyan di pîvana xwe ya esasî de bibînin li ser bixin.