Skip to main content
Home
<< HEMÛ WEŞAN

“Heta Edalet Bi Cî Neyê Aştî Jî Çênabe”: Pêpeskirinên Mafên Jîyanê Yên Li Bajarên Kurdan Li Ser Zarok Û Ciwanan Tên Meşandin (2000-2015)

Nivîskar: Derya Bozarslan, Noêmi Levi-Aksu, Adnan Çelik

Sernavê Orîjînal: "Adalet Olmadıkça Barış da Olmaz": Kürt İllerinde Çocuk ve Gençlere Yönelik Yaşam Hakkı İhlalleri (2000-2015)

Dîroka Weşanê: 2025

Weşanger: Hakikat Adalet Hafıza Merkezi

Werger: Dr. Dilawer Zeraq

BELGEYÊ NÎŞAN BIDE

Ev rapor, berhema vekolana sê salan a binavê Edalet Sarêj Dike a Navenda Vebîrêye. Vekolan, bi ranêzikîyeke navdîsîplînî,li ser pêpeskirinên mafê jîyanê hûr dibeku di navbera salên 2000’î û 2015’an de, libajarên Kurdan û li dijî zarok û ciwananhat bicîanîn.

Ev xebat, wekî berdewama xebatênNavenda Vebîrê ye ku der heqê salên1990’î de hatibû kirin; digel wê jî, xebatadi destê we de, vekolanê li serê dike kapêpeskirinên mafê jîyanê û bicezanekirinêndi navbera salên 2000-2015’an de li bajarênKurdan hatî pêkanîn, çawa veguherîye ûberdewam kiriye. Digel wê jî, hewlê dideda ku dayne rastê ka lêgerîna bo edaletê,aştîyê û sarêjkirinê, ji alî wan kesan veku pêpeskirinên mafan li wan hatiyeqewimandin, çawa tê vegotin û xeyalênli ser vê yekê çawa tên kirin. Xebat mevedixwîne ji bo ku em cihêtîya di navberaedaleta bicezaker û edaleta sarêjker deheyî bidin ber pirsyarîyan û em hewlafamkirinê bidin û bêjin; gava edalet wereavakirin, wê ev ranêzikî, ji alî kes û civakanve, çawa karibin hev temam bikin û biroleke veguherîner rabin.

Ev xebat, di demeke wisa de hat kirin kuasoya edaleta qonaxa têper kêm bû an jîximamî bû; loma jî, xebata di destê we de,balê dibe ser giringîya berdewamkirinatêkoşîna pirhêlî ya bo edaletê ku bandorêhem li îrorojê hem jî li siberojê dike ûnewekhevîyên avanîyî û teweqên tundîyêjî li xwe digire.

“Heta Edalet Bi Cî Neyê Aştî Jî Çênabe”: Pêpeskirinên Mafên Jîyanê Yên Li Bajarên Kurdan Li Ser Zarok Û Ciw... by Hakikat Adalet Hafıza Merkezi