Skip to main content
Home
<< TÜM PROJELER

Li Tirkiyeyê Bibîrdarkirin

Dîroka Destpêkê: 31.12.2012

Dîroka Qedandinê: Devam Ediyor

Web Sayfası: https://memorializeturkey.com

Ev agahiyên berhevkirî yên ku derheqê projeyên bîrdariyên [memorial] bîrgehê yên di Tirkiyeyê de ne, bal dikişîne ser mînakên şênber ê bibîrdarkirinê yên ku ji aliyê kes û komên di navbera 100 sala dawî de, di demên dawî yên Împaratoriya Osmaniyê de û ji avakirina Komara Tirkiyeyê vir de rastê neheqiyê hatine ve hatine çêkirin.

Ev proje, bi hevkariya New York Worl Policy Instute [Enstîtûya Pêşxistina Polîtîkayê ya Cîhanê], Fetzer Institute [Enstîtûya Fetzer] a ku navenda wê li bajarê Kalamazoo ya parêzgeha Michigana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye û Navenda Bîrgehê ya ku navenda wî li Stenbolê ye ve tê meşandin. Proje, ji taybetmendiyên hevpar ên Tirkiyeyê bi civakên din ên ku ji tundiyê û pêkutiyê ve ber bi pêşerojek demokratîk û aştiyane ve dimeşin re parî dike derket holê.

Fikra yekemîn a derheqê projeyê de, piştî tevlî atolyeya derheqê Bibîrdarkirinê, ya ku ji aliyê Navenda Bîrgehê ve di Berfenbara 2011an de hate sazkirin, bû ji aliyê endama World Policy Institute Belinda Cooper ve hate pêşniyazkirin. Bi armanca bi dorfirehî lêkolînkirina gelek pirsan ê ku di derheqê bibîrdarkirinê de di dema ev xebata atolyeya yekemîn de jî hatin rojevê û bibîrdarkirin wê çawa bikaribe tevkarî bide demokrasiyê û mafên mirovan, me di Reşemî 2013an de li Mêrdînê bi tevlîbûna beşdarên Tirkiyeyî, ku ji cuda cuda komên dînî, etnîkî û polîtîk hatibûn û bi bibîrdarkirinê re têkildar bûn, atolyeyek duyemîn saz kir.

Her wiha me ji sê dewletan (Almanya, Îsraîl û Bosna), ên ku ji bo pêkarina bi pêvajoyên zor û binîqaş re ditekoşin, pisporên bibîrdarkirinê ji bo van atolyeyan vexwend. Ev malper wek encama xwezayî ya vî atolyeyê derket holê. Di derheqê gelek înîsiyatîfan, ên ku di Tirkiyeyê de li cihê cuda cuda ne û xebata li ser bûyerên dîrokî yên hatine înkarkirin, tepisandin an jî şaş hatine nirxandin armanc dikin, de agahî dide.

Ev hewldanan dibe bi nîqaş bin û ji ber sedemên cuda cuda hemû di yek radeyê de dibe serkeftî nebin… Lê em di vî baweriyê de ne ku, xebata ji bo pêkarina bi dîrokê re, ya ku bi rêyek rast û nû, bi xwe jî, ji bo civakek zêdetir dadwer û demokratîk, a ku tê de ji bo hemû kom û gelan rêz tê dayîn û ew tên guhdarkirin, gavek e.

Ji bo malpera projeye li vir bixin.