Rapora me ya bi navê “Kêşeya Kurdî ya Herêmî ya Dinyaya Kurewî: Zêhniyet, Siyaset û Dînamîkên Jeopolîtîk,” rapora sisêyan a seriya ku bi mebesta avakirina aşitiya siyasî ya kêşeya Kurdî tên nivîsandinê. Rapora ku ji aliyê akademîsyen Yasîn Sunca ve hatiye nivîsandinê, dînamîkên hûndirîn ên “qada siyasî ya Kurdî,” gûherîna van dînamîkan ji salên 2000î vê de û bandora wan ên li ser dîmenên jeopolîtîk tîne nîqaşê.