Skip to main content
Home
<< HEMÛ WEŞAN

Fotograf Rakirin: Tecrûbeyên Jinên ku Hevserên Wan Bi Zorê Hatine Windakirin

Nivîskar: Hatice Bozkurt, Ozlem Kaya

Sernavê Orîjînal: Fotoğrafı Kaldırmak: Eşi Zorla Kaybedilen Kadınların Deneyimleri

Dîroka Weşanê: 2014

Weşanger: Hakikat Adalet Hafıza Merkezi

Werger: İstanbul Kürt Enstitüsü - Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

BELGEYÊ NÎŞAN BIDE

Rapora ku ji aliyê Xebatên Bîrgehê ya Navenda Bîrgeh, Dadmendî û Heqîqetê ve hatiye amade kirin, li ser tecrûbeyên jinên ku hevserên wan bi dara zorê hatine windakirin kûr dibe. Di hevdîtinên me bi jinên ku hevserên wan bi dara zorê hatine windakirin re kir de armanc, bi rêya tecrûbeyên jinan ve rewşa tûndîtiya dewletê bêtir bi tevayî derxin holê bû û tûndîtiya dewletê bi nêrîna zayendî ya civakê analîz kirin bû.

Wek parçeyek hevdîtinên ku me sala ewil kiribû, li Cizîrê, Hezexê, Sîlopyayê, Basanê, Qilebanê, navenda Şirnexê, Amedê û Stenbolê de bi 33 jinan re hevdîtinên bi dorfirehî hate kirin. Di raporê de, li ser pewîstiya ku divê rewşên şer û pevçûnan li ser esasiya zayendiyê bê analîz kirin de, divê her cureyên lêgerana heqîqetê yên bi dara zorê re têkildar in, tecrûbeyên jinên ku li paş ve mane jî bihewîne tê diyar kirin.

Di raporê de gotinên jinan yên wan bi xwe piranî cih digire. Rapor, ji bo pratîkên hesab dîtina bi dema raborî re yên ku têkildarên bi windakirinên dara zorê ne, bi pêşniyarên şênber ên polîtîk ku li ser esasiya zayendî ne tê qedandin. Di dawiya raporê de, wergera şîroveya giştî ya di der heqê jinên ku ji bûyerên windakirinên bi dara zorê bandordar bûne de ye û ji aliyê NY Konseya Mafên Mirovan Komxebata Kesên Bi Zorê Hatine Windakirin ve hatiye weşandin cih digire.